Mijdar 22, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: Serdana Pompeo bo Stenbolê, xirabûna têkiliyên Amerîka-Tirkiyê nîşan dide

Rojnama El-Ereb a Qeterî nivîsî: “Paşguhkirina rayedarên Tirkiyê ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ve di serdana xwe ya sêşemê ji bo Stanbolê de, bi xwe re nîşaneyên guhertina siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya nû tîne. Di demekê de ku Enqere li ser siyaseta serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden li hemberî xwe, bi fikar e ku çavdêr dibînin dê di çareserkirina dozên heyî de ji siyaseta rêveberiya berê hişktir be.”

Pompeo ji bo nîqaşkirina mijarên olî serdana Stenbolê kiribû, bêyî ku bi tu rayedarên Tirk re bicive. Tevî ku Pompeo piştrast kiribû ku ew dixwaze berpirsên Tirkiyê ji bo rawestandina “tevgerên xwe yên dijminahiyê” îqna bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê nerazîbûna xwe li ser serdana Pompeo ya ji bo nîqaşkirina azadiya olî li Tirkiyê nîşan dabû û piştrast kiribû ku azadiya olan li Tirkiyê parastî ye.

Rayedarekî Tirk ku nexwest nasnama xwe eşkere bike, ji Bloombergê re gotibû Pompeo vexwendina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu ya hatina Enqerê red kir û ji Çavuşoglu xwest ku ji bo hevdîtinê were Stenbolê. Her wiha diyar kir ku Çavuşoglu jî daxwaza Pompeo qebûl nekiriye û nerazîbûna xwe li ser paşguhkirina Pompeo ya hatina Enqerê nîşan daye.

Pompeo ji rojnama “Le Figaro” a fransî re wiha got: “Min û serok Macron kiryarên dawîn ên dewleta Tirkiyê nîqaş kirin. Em her du dibînin ku kiryarên wê “dijminane” ne.”

Her wiha îşaret bi piştgiriya dewleta Tirkiyê ji Komara Azerbêcanê re kir û diyar kir ku Tirkiyê hêzên ji Sûriyê şandine herêmê.

Serepeyv