Li Tirkiyê 135 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Mijdar 22, 2020 08:47 Asia/Tehran
Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kirin û ragihand, di 24 saetên borî de 5532 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, hejmara nexweşan gihiştiye 440 hezar û 805 kesan û û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 12 hezar û 219 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiye Fexredîn Koca dabû xuyakirin, vîrûsa korona di demên dawî de bi awayeke lezgîn belav dibe û hejmara nexweşên bi korona rojane pênc hezar kesan derbas dike.