Mijdar 21, 2020 16:29 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê di nava du mehan de 43 jin hatin qetilkirin

Bi nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Tundiya li ser Jinan, di nava du mehan de li Tirkiyê zêdetirî 43 sûc li dijî jinan pêk hatiye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Platforma "Qetilkirina Jinan Rawestînin" a li Tirkiyê bi raporekê diyar kir ku desthilta Tirkiyê rasterast jinan dike armanc û got ku jin bi çewisandin, qetilkirin û cezayan re rû bi rû dimînin.

Platformê daxuyand ku di navbera meha Cotmehê û Mijdarê de 43 jin li ser destê mêran hatine qetilkirin. Her wiha 8 jinên din bi awayekî guman kuştî hatin dîtin. Bi vî awayî hejmara jinên wefat kirine û sedem ne diyar e gihaşt 52 jinan.

 

ꞌÎSAL 453 JIN HATINE QETILKIRINꞌ

Li gorî hejmara Navenda Lêkolînên Meydanî yên Civakî û Siyasî di rapora têkildarî sûcên qetilkirina jinan diyar kiriye, îsal derdora 453 jin hatine qetilkirin û 144 jinên din jî bi awayekî guman mirine.

Li Tirkiyê di navbera 14 û 16 Cotmehê de du jin hatin  qetilkirin.

Li şûna ku hikumet sûcên qetilkirina jinan rawestînin, mafnas û çalakgerên parastina mafên mirovan binçav dikin, duh jî 17 endamên sendîkeya parêzeran a li Amedê girt, di nav wan de hin parêzerên jin jî hene.

 

 

 

Serepeyv