Erdoxan û paşayê Erebistanê bi telefonê axivîn
Mijdar 21, 2020 11:06 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê di têkiliya bi riya telefonê digel Paşayê Erebistanê derbarê hûrgiliyên civîna G20ê û pêwendiyên dualî yên Enqere û Riyazê pêra axivî.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Huriyetê, Li gorî lêzanînên bidestketî, di vê têkiliya telefonî da du aliyan derbarê hevahengî û hevkariyên pêwîst jibo amadekariyên Riyazê bona lidarxistina civîna G20ê ku dê di rojên 21 û 22ê Kanûna 2020î bi mazûvaniya Erebistanê were lidarxistin, behs kirine.
Civîna G20ê bi mazûvaniya Erebistanê ji ber pandemiya Koronayê dê bi awayê înternetî were lidarxistin.