Mijdar 20, 2020 23:50 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê di rojekê de 141 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 103 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 141 kes jî bi virûsê mirin ku ev rekorek nû ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 155 hezar û 642 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 5 hezar û 103 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 141 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 019 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 435 hezar û 273 kesan û 12 hezar û 84 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 367 hezar û 592 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 16 milyon û 937 hezar û 887 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv