Erdogan: Emê pakêtên nû yên darazê bişînin parlemanê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ew amadekariyan ji bo pêkanîna reformên nû di warê darazê (mehkemekirinê) de dikin û “emê di demeke kurt de pakêtên nû yên darazê bişînin parlemanê.”
Erdogan li Navenda Kongre û Pêşangeha TUYAP a li bajarê Stenbolê serdana 18emîn Pêşangeha EXPO ya MUSIADê kir û gotarek pêşkêş kir.
Serokomarê Tirkiyê got wan amadekarî û xebat bo pêkanîna destûreke nû dikir û Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî bi têkdana wê xebatê tohmetbar kir û bi gotina wî “ji ber helwesta CHPê” ew negihîştin encamê.
Lê Erdogan dibêje, wan qanûnên bingehîn nû kirin û “xwegihandina bo yasayê hêsan kir” û behsa pakêtên nû yên reformê kir di warê yasa û darazê de.
Serokomarê Tirkiyê dibêje, “amadekariyên bo pakêtên nû yên darazê berdewam in û di demeke kurt de emê wan bînin parlemanê. Em bi biryar in welatê xwe di warên aborî û demokrasiyê de bixin qonaxa serketinê. Sûd (faîz) sedem û enflasyon encam e. Em dê welatê xwe ji vê êşê rizgar bikin.”
Her di wê gotara xwe de Erdogan behsa rewşa Koronayê li Tirkiyê jî kir û got, di rûbirûbûna Koronayê de ew li gor welatên din bi awayek erênî cuda ne û diyar kir, “Di rûbirûbûna Koronayê de tiştê pêwîst em dikin.”
Herwiha Erdogan diyar jî kir ku ew dê derfeta kar û weberhênanê zêde bikin û “emê her pênagevekê biavêjin bo ku baweriya weberhêneran bidest bixin. Em amade ne li gel her kesî kar bikin ku baweriya wî bi hêz û potansiyela Tirkiyê heye.”