Li Amedê 17 parêzer ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin binçav kirin
Li parêzgeha Amedê ya kurdên Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de, Hevserokê Giştî yê OHD Bunyamîn Şeker jî din av de 17 parêzer hatin binçavkirin.
Girtin û binçavkirinên çalakvan, parezer, nivîskar û welatiyan li herêmên kurdî yên Tirkiyê dewam dike. Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, polîsan bi ser gelek malên parêzeran de girtin. Di serdegirtina malan de, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyemîn Şeker jî din av de 17 parêzer piştî lêgerînên di malan de hatin binçavkirin. Polîsan dest danîn ser bîlgisayer, pirtûk û gelek materyalên dijital ên parêzeran.
Navê parêzerên hatin binçavkirin wiha ne:
“Parêzerê Bunyemîn Şeker, Abdulkadir Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, İmran Gokdere, Diyar Çetedir, Serdar Ozer, Ozum Vurgun, Feride Laçin, Gevriye Atli, Resul Tamur, Cemile Turhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrim Bariş Baran, Neşet Girasun, Sedat Aydin, Şivan Cemil Ozen û Haknas Sadak.”