Mijdar 19, 2020 08:40 Asia/Tehran
  •  Kiliçdaroglû giliya Alaattîn Çakici ku duh gef lê xwaribû kir

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, giliya Alaattîn Çakici ku duh gef lê xwaribû kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, bi rêya parêzerê xwe Celal Çelîk, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliya serokê rêxistinê sûc Alaattîn Çaici ku guh bi gotinên giran gef li xwaribû, kir. Ji pêr ve ji aliyê CHP’iyan ve li dijî vê gefa Çakici bertek tên nîşandan. Duh danê sibejê li Stenbolê Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de şaredarên CHP’î bi daxuyaniyekê bertek nîşanî çakici dan û xwestin ku derbarê wî de pêvajoya hiqûqê bê destpêkirin. 

Lê ligel vê yekê jî heta niha ne pêvajoya hiqûqî derbarê Çakici de hatiye destpêkirin ne jî ji aliyê hikûmetê ve derbarê mijarê de daxuyanî hatiye dayîn.

 

 

Serepeyv