Mijdar 19, 2020 08:40 Asia/Tehran
  •  Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, bersiv da nîqaşên nîqaşên Destûra Bingehîn û ev tişt got: “Hûn guhertina Destûra Bingehîn dikin, neçar in ku nêrîna her aliyî bigirin. Bi tundî û pêşdîtinê Destûra Bingehîn nayê çêkirin.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davûdoglû û heyeta pêre serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû kirin. Bi Kiliçdaroglû re Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Alîkarên Serokê Giştî yên CHP’ê Faîk Oztrak, Ogûz Kaan Salici, Seyît Torûn, Mûharrem Erkek û Gulîzar Bîçer Karaca pêşwaziya Davûdoglû kirin û tevlî serdanê bûn. 

‘BAHÇELÎ REXENE DIKIM LÎDERÊ MAFYAYÊ BERSIVA MIN DIDE’ 

Piştî serdana civîneke hevpar a çapameniyê hat lidarxistin. Di civînê de destpêkê Kiliçdaroglû axivî. Kiliçdaroglû, di destpêka axaftina xwe de derbarê gefên lîderê rêxistina sûc Alaattîn Çakici yên li hemberî xwe ev tişt gotin: “Ez Erdogan rexne dikim Bahçelî bersiv dide. Ez Bahçelî rexne dikim lîderekî mafyayê bersiva min dide. Çawa çêdibe rexneyeke wiha ji aliyekî din ve tê.

Kesê ku bersiva min bide Bahçelî û hevalên wî ne. Têkiliya di navbera wan de çî ye? Em wê nizanin lê li cihên ku keftar hene, kes nikare ji me re tiştekî bibêje.” 

‘NEÇARIN NÊRÎNA HER ALIYÎ BIGIRIN’

 Piştî vê nirxandina xwe ya derbarê gefên li hemberî xwe Kiliçdaroglû, têkildarî nîqaşên Destûra Bingehîn jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Pêwistiya vî welatî bi aramî û Destûreke Bingehîn a nû heye. Weke Tifaqa Milletê em hatin gel hev û axivîn. Ji bo ku em şertan diyar bikin axivîn. Me xebata Destûra Bingehîn nekir ku di destê me de nivîsarek hebe. Çima ewqas tê nîqaşkirin? Çi dikin bila bikin, mirovên vî welatî bi biryar in ku pergaleke bihêz a demokratîk a parlamenteriyê bînin vî welatî.  Hûn guhertina Destûra Bingehîn dikin, neçar in ku nêrîna her aliyî bigirin. Bi tundî û pêşdîtinê Destûra Bingehîn nayê çêkirin.” 

Davûdoglû: ME PEŞNIYARÊN XWE PARVE KIR 

Piştî Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davûdoglû jî axivî. Davûdoglû, diyar kir ku du sedemanên serdana wan hene û wiha got: “Yek jê serdana lêvegerandinê. Serokê birêz serdana me kiribû. Hem jî me ji bo parvekirina pêşniyara xwe ya pergala parlamenteriyê ya qurtkirî serdan kir. Pirsgirêka pergalê li holê ye. Pêwistiya Tirkiyê bi Destûreke Bingehîn a nû û modela pergaleke siyasî ya nû heye. Ji bo vê me ji hemû partiyan daxwaza hevdîtinê kir. Hevîdar im ku ew jî piştgirî bidin. Em ê hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên sivîl re bidomînin.”

 

 

Serepeyv