Ji 18 heta 19ê Mijdarê; 116 kes li Tirkiyê bi Koronayê mirin
Mijdar 19, 2020 08:36 Asia/Tehran
Ji 18 heta 19ê Mijdarê, Li Tirkiyê ji ber şewba Kovîd-19'ê 116 mirovên din mirin û 4 hezar û 215 mirov jî bi şewbê ketin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî (Ji 18 heta 19ê Mijdarê) yên der barê şewba Kovîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî (Ji 18 heta 19ê Mijdarê) de 116 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 215 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 11 hezar û 820 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 425 hezar û 628.