Rayedarekî lîbyayî hişyarî da ku dewleta Tirkiyê Lîbyayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
Mijdar 18, 2020 14:41 Asia/Tehran
Rayedarekî darayî yê Lîbyayê hişyarî da ku dewleta Tirkiyê dikare pereyên Lîbyayê di bankên Tirkiyê de bi kar bîne da ku nirxê pereyê xwe yê kêm erziş û paşveçûyî bilind bike.
Serokê Komîteya Aloziya Diravan a Banka Navendî ya Lîbyayê li Bînxaziyê Remzî El-Exa ji toreya El-Erebiye re got tirsa windabûna pereyên Lîbyayê li Tirkiyê heye.
Remzî El-Axa diyar kir ku hilweşîna diravê Tirkiyê ji ber vîrusa koronayê û siyaseta derve ya Erdogan, ji ber vê yekê Banka Navendî ya Tirkiyê nikare deynan bide û wiha dewam kir: "Ji ber aloziya aborî, dibe ku dewleta Tirkiyê pereyên Lîbyayê bi kar bîne da ku qîmeta lîreyê Tirk vegerîne.”