Mijdar 18, 2020 14:28 Asia/Tehran
  • Parlemana Tirkiyê şandina hêza leşkerî bo Komara Azerbaycanê pesend kir

Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya derbarê şandina leşkeran bo Komara Azerbaycanê, li lijneya giştî ya parlemana wî welatî hat qebûlkirin.

Bi piraniya dengên hemû partiyan, ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya ji bo şandina hêzên wî welatî bo Komara Azerbaycanê di parlemanê de hat qebûlkirin.

Di civîna giştî ya parlemana Tirkiyê de, dest bi gotûbêja şandina Leşkeran bo Komara Azerbaycanê hate kirin ku ji aliyê serokomarê wî welatî ve hatiye daxwazkirin û bi piraniya dengan parlemana Tirkiyê razîbûna ji bo şandina hêza leşkerî bo Komara Azerbaycanê xwe nîşan da.

Partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHPê, weke her carê amadebûna xwe ji bo piştgiriya Serokomarê Tirkiyê, di şandina leşkeran de bo Komara Azerbaycanê de nîşan da.   

Li gorî biryara şandina hêzên Tirkiyê, dê leşkerên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê de bêne bicîkirin.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê ragihand, ku biryara şanda leşkeran bo Komara Azerbaycanê, biryareke navxwe ya wî welatî ye, lê divê leşkerên Tirkiyê tenê li navenda çavdêriyê ya li ser erdê Azerbaycanê bimînin, û nabe ew derbasî Qarabaxê bibin.

Tevî ku Tirkiyê di şerê vê carê yê Qerebaxê de, hem di warê siyasî de û hem jî di warê leşkerî û şandina çeteyên sûrî bo nav Komara Azerbaycanê de piştgiriya vî welatî kir, lê di rêkeftina agirbestê de ti amaje bi bicihbûna hêzên Tirkiyê li navçeyê nehatiye kirin, lê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di dema ragihandina agirbestê de û paşê jî ragihandibû ku dê hêzên Tirkiyê jî weke çavdêrên agirbestê li herêmê hebin.

Serepeyv