Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê: 94 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 316 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 94 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 151 hezar û 516 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 3 hezar û 316 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 92 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 712 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 417,594 kesan û 11,601 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 356,375 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 16 milyon û 307 hezar û 986 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.