Hikûmeta Tirkiyê tezkereya şandina hêzên wî welatî bo Azerbaycanê şande parlemanê
Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya ji bo şandina hêzên wî welatî bo Komara Azerbaycanê, pêşkêşî serokatiya parlemana Tirkiyê hat kirin.
Hikûmeta Tirkiyê dixwaze hêz bişîne Komara Azerbaycanê û ji bo wê yekê serokomariya wî welatî tezkereyek amade kiriye û îro ev tezkere bo parlmanê hat şandin.
Di daxwaznameya Serokomarê Tirkiyê de hatiye gotin: "Welatê Azerbaycanê ji bo rizgarkirina erdên xwe yên dagîrkirî serkeftinên mezin bidest xistine" û tê de tê îdiakirin ku Tirkiyê li gorî maf û yasayên navdewletî piştevaniya Komara Azerbaycanê kiriye û dê li ser piştgiriyên xwe bo Azerbaycanê berdewam be.
Herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku ji bo avakirina navenda hevbeş a leşkerî dê li ser daxwaz Komara Azerbaycanê hêzên Tirkiyê jî beşdar bibin û dê çavdêriya rewşa li ser erdê bikin.
Şandina wan hêzan bo Komara Azerbaycanê piştî wê yekê tê, ku roja 10ê Mijdara 2020an, bi serpireştiya Rûsyayê, Komara Azerbaycan û Ermenistanê dawî li şerê li ser herêma Nagorno Karabaxê anîn ku ji 26ê Îlona îsal ve destpê bibû û agirbest ragihandin.
Di çarçoveya wê rêkeftina agirbestê de, 1960 serbazên Rûsya weke hêzên aştîparêz li herêmê û li ser xetên temasê yên di navbera hêzên Komara Azerbaycan û Ermenistanê de, bo dema pênc salan bicih dibin.
Tevî ku Tirkiyê di şerê vê carê yê Qerebaxê de, hem di warê siyasî de û hem jî di warê leşkerî û şandina çeteyên Sûrî bo Komar Azerbaycanê de piştgiriya vî welatî kir, lê di rêkeftina agirbestê de ti amaje bi bicihbûna hêzên Tirkiyê li navçeyê nehatiye kirin, lê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di dema ragihandina agirbestê de û paşê jî ragihandibû, ku dê hêzên Tirkiyê jî weke çavdêrên agirbestê li herêmê hebin.