Mijdar 15, 2020 18:34 Asia/Tehran
  • Odeya parêzeran a Rihayê:

Dê lîstika "Bêrû" li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê bihata lîstin lê Walîtiya Rihayê lîstik li hemû sînorê Rihayê qedexe kiribû.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li ser vê yekê Baroya Rihayê (Odeya Parêzeran a Rihayê) daxuyaniyeke nivîskî weşand ewê mijarê bibin dadgehê û dozê vekin.

Baroyê di daxuyaniya xwe de got ku sedema qedexeyê ne naveroka lîstikê, kurdîbûna wê bi xwe ye û wisa got: "Dema em li sedemên biryarê dinêrin em dibînin ku tiştê nayê tehamulkirin û sedema qedexeyê bi kurdî lîstina lîstikê ye. Lewra ev lîstik bi tirkî gelek caran hatiye lîstin, di şanoyên dewletê de jî derketiye ser dikê. Bi vê yekê jî em dibînin tiştê hatiye qedexe kirin ne 'lîstik' an jî 'naveroka lîstikê', zimanê wê yê kurdî ye."

 

 

 

Serepeyv