Mijdar 15, 2020 09:38 Asia/Tehran
  • Li Mazgêrda Dêrsîmê; Gundiyan kuştina kewan asteng kir

Nêçirîvanên ji Çewligê li navçeya Mazgêrda Dersimê derketin nêçîra kewan, ji aliyê gundiyan ve hatin rawestandin û gundiyan got “Em li vir nêçîrvaniyê naxwazin.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Nêçirîvanên ji Çewligê çûn gundê Sorek a girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê ku nêçîra kewan bikin, bi bertek û astengiya gundiyan re hatin sekinandin. Şêniyên gund bertekên tund nîşanî nêçîrvanan dan û wan ji gund dûrkirin û ji wan re gotin ku nêçîra kewan li herêma wan qedexe ye. Gundiyan dema nêçîrvanan ji gund dûrkirin vîdeoyek kişandin û berteka xwe wiha tînin ziman: “Hatine herêma me ku nêçîra kewan bikin. Em naxwazin nêçîrvanî li vir were kirin. Heke hatina wan bidome wê berteka me hişktir be. Em dernakevin nêçîrê lê ew hatine nêçîrê. Li vir nêçîrvanî qedexe ye. Teqez êdî em naxwazin werin vir.”

 

 

 

Serepeyv