Li Bedlîsê artêşa Tirkiyê li dijê PKKê operasyonek da destpêkirin
Wezareta Navxweya ya Tirkiyê li parêzgeha Bedlîs a kurdên vî welatî “Operasyona Brûsk-15ê ya Mutkî-Sarpkaya” li dijî PKKê da destpêkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyonek bi “Operasyona Brûsk-15ê ya Mutkî-Sarpkaya” li Bedlîsê bi beşdariya 816 leşker, polîs û cerdevanan daye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê operasyon bi serperişiya Fermangeha Leşkerî ya Bedlîsê bi rê ve diçe û bi giştî 48 tîm beşdarê operasyonê dibin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew operasyon li dijî hêzên PKKê bûye.
Arteşa Tirkiyê pêştir li Şirnex, Colemêrgê, Agir, Dêrsim, Çewlîg û Çiyayên Amanosê jî 14 operasyonên wekî ya li Bedlîsê dabûn destpêkirin.
Li gor daxuyaniyê Arteşa Tirkiyê îdia dike ku di operasyonên Brûskê de ku heta niha 143 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane û “74 hevkarên rêxistinê hatine girtin 251 şikeft, sitargeh û depo hatine wêrankirin û dest bi ser gelek çek, cebilxane û xwarin û xurek hatine girtin.”
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha amaje kir ku ew dê operasyonên xwe berdewam bikin heta ku digihêjin armanca xwe.
PKKê û aliyên bêteref ev amarên ku artêşa Tirkiyê dibêje piştrast nekirine.