Li Tirkiyê 93 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 45 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 93 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên bihorî aşkere kir.
Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 149 hezar û 942 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 3 hezar û 45 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 93 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 10 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 407 kezar û 939 kesan û 11 hezar û 326 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 348 hezar û 804 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 15 milyon û 863 hezar û 833 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.