Mijdar 12, 2020 23:33 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 88 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 841 pêketiyên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û herwiha  88 kes jî bi Koronayê mirin.

Îro roja 12.11.2011an Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 148 hezar û 482 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 2 hezar û 841 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 88 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 181 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 404 hezar û 894 kesan û 11 hezar û 233 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 346 hezar û 794 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 15 milyon û 713 hezar û 891 pişkinînên  Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv