Mijdar 11, 2020 00:05 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 87 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 529 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha  87 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên bihorî de 146 hezar û 198 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 2 hezar û 529 ji wan pozîtîv bûye û bi Koronayê ketine.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 87 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 215 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 399,360 kesan û 11,059 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 342,501 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 15 milyon û 419 hezar û 420 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv