Mijdar 10, 2020 22:29 Asia/Tehran
  • HDPê daxwaz kir Erdogan dest ji kar berde

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mîthat Sancar dibêje, destjikarberdana Berat Albayrak Wezîrê Gencîne û Darayî têrê nake û pêwîst e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî tevî kabîneya xwe dest ji kar berde.

Mithat Sancar îro Sêşemê 10ê Mijdarê di gotarekê de ku di civîna fraksyona partiya xw de li parlemana Tirkiyê pêşkêş kir, careke din daxwaz kir, ku hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê bên lidarxistin.

Sancar behsa xirabiya sîstema siyasî ya li Tirkiyê kir û got, “ev sîstem dê birûxe, madem ev sîstem dê birûxe, nabe ku berpirsatiya wê bi tenê bikeve stuyê kesekî. Berpirsê sereke, lûtkeya sîstemê ye.”

Hevserokê HDPê di beşeke din a axaftina xwe de bang li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kir, ku dest ji kar berde û got, “pirsgirêka sereke sîstem bi xwe ye, tenê destjikarberdana Wezîrê Gencîne û Darayiyê têrê nake, pêwîst e Serokomarê Tirkiyê tevî kabîneya xwe dest ji kar berde. Em li bendê ne, bi wêrekî berpirsatiyê li stu bigire.”

Mithat Sancar destnîşan kir, “qonaxeke nû li pêşiya me ye, yek ji giringtirîn armancên vê qonaxê lidarxistina hilbiajrtina pêşwext e û HDP ji bo hilbijartinan amade ye.”

Ji ber xirabiya rewşa aborî û daketina berdewam a nirxê Lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî yên din û herwiha giranbûna kelûeplan û bilindbûna rêjeya enflasyonê, hikûmeta Tirkiyê di jêr fişareke mezin de ye.

Her ji ber wê rewşê, Berat Albayrak ku zavayê Erdogan e jî, pêr şev dest ji posta Wezareta Gencîne û Darayî ya Tirkiyê berda û şeva Duşemê jî Erdogan destjikarberdana wî qebûl kir.

Herwiha îro jî bi biryara Erdogan, Lutfî Elvan li cihê Albayrak wek Wezîrê Gencîne û Darayî yê wî welatî hat diyarkirin.

Serepeyv