Erdogan îstîfaya Wezîrê Gencîne û Aboriyê qebûl kir
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxwaznama Wezîrê Gencîne û Aboriyê û di heman demê de zavayê xwe Berat Albayrak pesend kir.
Beriya bi demekê Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê biryara destjikarberdanê ya Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak de daxuyaniyek da û aşkere kir ku ew daxwaza wî ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye qebûlkirin.
Duhê êvarê Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak ku zavayê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Instagramê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir ku wî dev ji erka xwe berdaye.
Ev yek di demekê de ye qeyraneke aborî li Tirkiyê serî hildaye û nirxê lîreyê Tirkiyê beramber dolarê Amerîkî gelekî kêm bûye.
Destjikarberdana Berat Albayrak bûye rojev li seranserî Tirkiyê û opozîsyona Tirkiyê rexneyên mezin li desthilata Tirkiyê dikin.