Mijdar 08, 2020 22:49 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 84 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 516 pêketiyên vîrusa Koronayê ya cureya (Covid-19) hatin tomarkirin û herwiha  84 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên bihorî de 141 hezar û 944 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine encamdan, ku encamên 2 hezar û 516 ji wan pozîtîv bûye û bi Koronayê ketine.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 84 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 740 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên bihorî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 394,255 kesan û 10,887 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 338,239 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 15 milyon û 127 hezar û 811 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê hişyarî da û got: “Eger ne mecbûrî be nekevin nava qerebalixê  û bila haya we ji paqijî û hijyenê hebe. Maske bidin ber devê xwe.”

Serepeyv