Mijdar 07, 2020 16:04 Asia/Tehran
  • Malbata ' Ebdulla Ocalan ' daxwaza serdana zîndana Imraliyê kir

Mehmet Ocalan û parêzerê wî bi seredana li dozgeriya Komarê ya Tirkiyê li Bûrsayê daxwaza seredana Zîndana Imraliyê kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mehmet Ocalan, birayê Ebdullah Ocalan rêberê zindanî yê PKKê hevrê digel Mezlûm Dînç parêzwerê Ocalan bi seredana li Dozgeriya Komarê ya Tirkiyê li parêzgeha Bûrsayê daxwaza seredana Girava Imraliyê û hevdîtina bi Ebdullah Ocalan kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Her wiha parêzerên 4 zindaniyên din ên Imraliyê jî bi şandina daxwazên cuda daxwaza çûyîna bo vê giravê û hevdîtina bi miwekilên xwe ra kirine.

Hêjayî gotinê ye, ev daxwaza di rewşekê da ye ku roja 7ê Îlona 2020î, Dozgeriya Komarê ya Tirkiyê cezaya şeşmehî ya cihneanîna hevdîtinê digel malbat û parêzerên Ocalan daye.

Serepeyv