Mijdar 07, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê;  ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu rapora meha Cotmehê ya binpêkirina mafan aşkere kir û anî ziman ku di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin û 339 mirov jî bi heqaret û îşkenceyê re rû bi rû man.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, “Rapora Binpêkirina Mafan a Cotmeha 2020'an" bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora Tanrikulu ya Cotmehê 42 mirov ji aliyê polîs, esker û awayên cuda hatine kuştin. Tanrikulu, da zanîn ku ku di çarçoveya "înfaza bê daraz", "hişyariya raweste" û "Gulebaranê", "Şerê çekdarî" "Teqîna mayînê", "Şer" û kuştina jinan" de 42 mirov hatine kuştin. Tanrikulu, da zanîn ku di vê pêvajoyê de 339 mirov bi îşkence û heqareta giran re rû bi rû mane. Tenrikulu, anî ziman ku tenê li girtîgehan 200 mafên mirovan hatiye binpêkirin.

 4 ROJNAMEGER GIRTIN

 Tanrikulu, anî ziman ku li Tirkiyê 8 rojmameger hatin binçavkirin û jê 4 rojmameger hatin girtin û wiha got: "Li 8 rojnamegeran 15  lêpirsîn hatiye vekirin. 1 rojnameger bi êrişê re rû bi kû ma. Weşanê 421 malperên çapemeniyê hatin qutkirin. 51 mirov ji ber azadiya fikrê hatin binçavkirin û hatin girtin. 3 kes ji ber fikrên xwe hatin girtin.

 

 

Serepeyv