Mijdar 07, 2020 00:00 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 81 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 558 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 2311 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 386 hezar û 820 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 1714 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 332 hezar û 379 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.311 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran ji duh 100 kes zêde ye. Divê em rê li ber vê zêdebûnê bigrin. Heta hûn bi qasî ku nexweşiyê bidin ber çav neçar nebin, ji temas û liv û tevgerê dûr bikevin. Girîngî bidin paqijiyê. Maskan bi kar bînin.”

Serepeyv