Mijdar 06, 2020 14:53 Asia/Tehran
  • PKK: Hêzên me li Heftanînê ji du baskan ve li artêşa Tirkiyê dan

PKK'ê ragihand hêzên wan li Heftanînê, li Girê Mele Yehya yê Koxê yê Herêma Kurdistanê ji du baskan ve êriş birine ser artêşa Tirkiyê. Her wiha ragihand ku li Çelê jî 3 hêzên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê ragihand ku hêzên wan li Heftanînê ji du baskan ve êriş birine ser leşkerên Tirkiyê yên li Girê Mele Yehya ya Koxê. Her wiha hate ragihandin ku li Çelê jî hêzên PKKê êriş birine ser dagirkeran û 3 leşkerên Tirkiyê kuştin.

PKKê herwiha ragihand ku hêzên wê 4'ê Mijdarê saet 16.30'an li herêma Heftanînê li dijî artêşa tirk li Girê Mele Yehya ya Koxê bi cih bûbûn ji du baskan ve çalakî birine ser wan. Du kozikên ku baskê pêşî kirî hedefa xwe li gel hêzên tirk ên tê de îmha bûne. Baskê duyan yê PKK jî ji nêz ve bi karîgerî li artêşa Tirkiyê daye. Di vê êrişê de ku derbên giran li artêşa Tirkiyê hatie xistin, çend hêzên Tirkiyê hatine kuştin û birîndar bûn ku bi zelalî tespît nebûye.

Piştî vê êrişa PKKê artêş Tirkiyê bi çekên giran bi rasthatinî derdor bombe kiriye.

PKKê herwiha ragihandiye ku 4'ê Mijdarê saet 07.40'î hêzên wê li Çelê ya Colemergê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 hêzên Tirkiyê hatine kuştin û kozikeke wan jî hatiye rûxandin.

Balafirên artêşa Tirkiyê jî 4'ê Mijdarê saet 16.45'an derdora gundê Duvriyê yê li herêma Garê bombekirin. Balafirên Tirkiyê herwiha 4'ê Mijdarê saet 12.20'an Girê Sor ê li herêma Avaşînê bomekirin.

PKKê îdia dike ku di encama van êrîşên hewayî yên Tirkiyê de ti ziyan negihêştiye hêzên wê.

Serepeyv