Li Rêya Armûşê xebatên endamtiya HDP'ê didomin
Rêxistina Navçeya Rêya Armûşê ya HDP'ê li gel hemû zor û astengkirinên dewleta Tirkiyê jî xebatên endamtiyê didomîne.
Hevserokê Navçeya Rêya Armûşê ya HDP'ê Tuncer Sagniç got li gel astengkirina polîsên Tirkiyê jî gel bi xwe tê û ji bo endamtiyê qeyda xwe çêdike.
Sagniç got mafên destûrî hatine rakirin, xebatên tax û kuçeyan têne astengkirin û got, ''Cihê ku em tê re diçin garaneke polîsan tê wir û nahêlin ku em û gel werin cem hev. Ji ber ku tê astengkirin ku mirov derbirîna xwe bikin ji bo navenda navçeyê em xebatên cihê dikin.''
Sagniç her wiha diyar kir eleqeya gel a ji bo kampanya endamtiyê pir geş e û got, ''Ji avabûna HDP'ê ve tim xebatên endamtiyê têne kirin. Bi van operasyonên dawî re em dibînin ku kesên ku dibine endamên partiyê zêdetir dibin û ev me kêfxweş dike. Ev 500 roj in çalakî û bername qedexe kirine. Van qedexeyan ji bo ku xebatên me asteng bikin datînin. Derheqê vê yekê me pêvajoya dadgehê jî da destpêkirin. Em nikarin standan vekin, nikarin materyalên xwe yên dîtbar û niviskî belav bikin. Li gel ku li qadê em têne astengkirin jî gelê me tê vir û dibe endam. Ev jî moraleke mezin dide me.''