Lîga Qehremanên Ewropayê; 'Şeytanên Sor' li Stenbolê derdan
Mijdar 05, 2020 08:50 Asia/Tehran
Sernişîna Koma H a Lîga Qehremanên Ewropayê bi derdana 2-1 cîgeha xwe lawaztir ji berê kir.
Li gorî rapora ILNAyê, Ji saet 21:25ê şeva bihurî û di çarçova Lîga Qehremanên Ewropayê, Tîma Başakşehîra Tirkiyê Mazûvanê Tîma Manchester United a Inglîsê bû û di dawî da bi encama 2-1 jê bir.
Di vê pêşbirkê da destpêkê Dembaba di deqîqeya 13 da gula Başakşehîrê avêt û di deqîqeya 40 da gula duyem a tîma tirkiyeyî jî hat avêtin.
Şeytanên Sor di deqîqeya 43 da bersiva gulekê da û Marşiyal keleha Başakê vekir.
Bi vê encamê Tîma Başakê bi 3 puenan kete pileya 4an a Komê.