Mijdar 04, 2020 23:42 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 77 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 558 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 2391 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 384 hezar û 509 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 1841 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 330 hezar û 665 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.391 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 2464an. Heta ku temas neyê kêmkirin, ne mimkun e ku belavbûna vîrûsê di bin kontrolê de be. Divê xebatkarên me yên tendirustiyê newestin. Ji bo ku hûn alîkariya wan bikin, temasê kêm bikin. Girîngî bidin paqijiyê. Maskan bi kar bînin.”

Serepeyv