HDP: Hikûmeta AKP-MHP siyaseta demokratîk kirin hedef
HDP'ê têkilî operasyonên ku navê "Qirkirina siyasî yên 4'ê Mijdarê yên dijî HDP'ê" lê kiriye daxuyanî da û got, ''Pratîka darbeyê ku beriya bi 4 salan hatî destpêkirin, di ser partiya me û vîna bi milyonan ku deng dane partiya me, qada siyaseta demokratîk kirine hedef.''
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera 4’ê Mijdara 2016’an daxuyaniyeke niviskî weşand û wiha got: “Derbeya siyasî ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate kirin, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin.”
HDP herwiha di vê daxuyaniya xwe ya niviskî xwest ku bi awayekî zelal her partî û alî bêşert û bêmerc li dijî vê mekanîka derbeyê dengê xwe bilind bikin. vê Partiyê di daxuyaniya xwe de domand: 4 sal di ser derbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an re derbas bûn. Plana çokşikandinê ku biryara wê di cotmeha 2014’an de hatibû girtin, di 4’ê Mijdara 2016’an de hate kirin.
HDPê diyar di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Hevserokên me yên Giştî yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlementer, bi sedan hevşaredar û bi hezaran endamên partiya me, heta niha bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Îradeya gel nehate naskirin, şaredarî bi awayekî aşkera hatin desteserkirin. Hemû rêgezên qanûna bingehîn hatin binpêkirin, şer, pevçûn û berberî li ser gelan hate ferzkirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye: Derbeya siyasî ya ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin. Ev derbeya ku 4 sal berê hate destpêkirin, beriya her tiştî qada siyaseta demokratîk, partiya me û bi milyonan dildarên partiya me ji xwe re kire armanc û îradeya wan nas nekir. Îro bi tenê ne parlementer û hevşaredarên me, her wekî din bi awayekî giştî ‘îradeya gel’ ji xwe re kiriye armanc. Îro hemû hêz û aliyên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, divê li ser vê mekanîka derbeyê kum û kolozên xwe daynin ber xwe û baş bifikirin.