Mijdar 03, 2020 12:01 Asia/Tehran
  •  Aydenîz: Kobanê hêla me ya sor e

Hevseroka Giştî ya ya DBP'ê Salîha Aydenîz, roja Yekşemiyê di axaftinekê da bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê, ev bajarê Kurdistana Sûriyê wek Hêla Sor a Kurdan bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdinê, 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Komeleyê li salonek dawetê ya Navçeya Artuklu ya Mêrdînê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, endam u rêveberên DBP û HDP'ê û endamên komeleyê amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, anî ziman ku 'êrîşên li dijî gelê Kurd her ku diçe zêde dibin' û wiha got: "Îro faşîzma AKP-MHP'ê şerê herî qirêj li ser ciwan, malbat û jinan dimeşîne."

 ‘KOBANÊ XETA ME YA SOR E' 
Aydenîz, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: "DAIŞ bi têkoşîna gelê Kurd têk çû. Bi têkoşîna gelê Kurd 6 sal berê DAIŞ li Kobanê têk çû û Kobanê azad bû. Lê hewldanên dagirkirina Kobanê hêj didomin. Îqtidar îro dîsa hewl dide berê êrîşan bide Kobanê. Dixwaze axa Kurdan dagir bikin. Lê bila baş zanibin Kobanê xeta gelê Kurd a sor e. Divê her kes vê nêzîkatî û hesasiyeta me zanibin." 

Serepeyv