Daxuyaniyên PKK û Dewleta Tirkiyê derbarê kuştina hêzên hevdu
PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftanînê bi çalakiyeke taybet 6 hêzên Tirkiyê hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû. Ji aliyê din ve dewleta Tirkiyê jî dibêje 9 endamên PKK li bakura Iraqê kuştine
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hêzên wê 1'ê Mijdarê saet di 11:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li bakura Iraqê li dijî hêzên Tirkiyê ku wek dagirker dinase li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin.
Dema ku 5 leşkerên Tirkiyê li dora kepçeyekê civiyabûn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermanê li gir jî di nav de 6 leşker hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê dibêje ku li bakura Iraqê 7 endamên PKK û du endamên YPG kuştine.
Di vî halî de PKKê ev daxuyanî derewand û diyar kir ku Dewleta Tirkiyê ji bo ku malbatên kurd biêşîne û perîşan bike û îradeya wan bişikîne, bi derewan dibêje ku zarokên wan kuştine.
PKK herwiha diyar kir: Em bang li malbatên xwe yên welatparêz dikin ku hay ji nûçeyên şerê psîkolojîk ê dijmin û derewên wan hebe û pê nexapin."