Mijdar 02, 2020 21:37 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 76 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên derbasbûyî de 76 kes ji pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 302 haletên nû yên pêketinê jî hatine tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên bihorî de 139 hezar û103 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan ku encamên 2 hezar û 302 ji wan pozîtîv bûye û bi Koronayê ketine.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 76 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 1,521 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên bihorî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 379 hezar û 775 kesan û 10 hezar û 402 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 327 hezar û 7 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 14 milyon û 264 hezar û 260 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv