Mijdar 02, 2020 12:04 Asia/Tehran
  • Babacan: Nabe ku bazar li ser mafên bingehîn ên Kurdan bê kirin

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA), Alî Babacan îro li Riha ya kurdên Tirkiyê beşdarî kongreya partiya xwe ya wê parêzgehê bû û ragihand, wan li Enqerê têkildarî Pirsa Kurd li Tirkiyê du rojan komxebat pêk anîne û tekez kir, nabe mafên bingehîn ên Kurdan bibin mijareke bazarê.

Rêxistinên Partiya DEVAyê duh li Rihayê yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anîn. Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA), Alî Babacan jî beşdarî kongreyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Babacan herwiha di weşaneke zindî ya çend kanalên herêmî yên Rihayê de jî amade bû û behsa Pirsa Kurd li Tirkiyê û mafên bingehîn ên Kurdan li wî welatî û çend mijarên din kir.

Alî Babacan têkildarî hewldan û xebatên partiya xwe li ser Pirsa Kurd ragiahnd: Têkildarî Pirsa Kurd me ji pisporan raport xwestin û li Enqerê me du rojan li ser komxebatek pêk anî. Roja yekem tesbîtkirina meselê em sekinîn, roja duyem jî li ser pêşniyarên çareseriyê. Êdî di mesela Kurd de nêrîna me û prensîpa me bi giştî li hember hemwelatiyên me ev e ku mafên bingehîn bêne naskirin û ew nabe ku bibe mijara bazarê. Di vir de helwesta me pir zelal e

Serokê Giştî yê DEVA ragihand, pirsa Kurd li Tirkiyê û pirsa terorê li hev cuda ne û destnîşan kir ku nabe ew herdu mijar bên tevlihevkirin. Babaacan got: “Ji aliyê din jî pirsgirêkeka Tirkiyê ya terorê heye ku Tirkiye rûbirûyê wê dibe. Divê têkoşîn li dijî terorê bê kirin, lê nabe ew herdu tişt bêne tevlihevkirin, em vêya rast nabînin. Em van herdu tişt bi hev re dananin ser maseya bazarê. Em bi vî awayî li mijarê dinêrin.”

Derbarê zimanê Kurdî û mafên bingehîn ên Kurdan de jî, Babacan tekez kir: “Mijara zimanê zikmakî, parastina zimanê dayikê, geşepêdan û vejandina wê, hemwelatiyên ku dixwazin fêr bibin, dayîna her îmakenkê ji bo van tiştan em giring dibînin. Helwêsta me zelal e. Weke mafê hemwelatîbûnê, divê dewlet hemû hemwelatiyên Tirkiyê bi heman dilsoziyê himbêz bike û em dê qada rêveberiyên xwecihî jî berfirreh bikin.”

Têkildarî têkçûna proseya aştiyê ku di sala 2015an de piştî kuştina du polîsan bi temamî hatibû rawestandin, Serokê Giştî yê DEVAyê destnîşan kir, “danîna rêxstina terorê û mafên hemwelatiyan li ser maseyekê şaş e û em ne li gel vê yekê ne. Em mafên welatiyên xwe nas dikin, qadên azadiyê berfireh dikin, lê emê dijî terorê bi şêweyeke aqilane têkoşînê bikin.”

Alî Babacan li ser pirsa têkildarî egera hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê jî ragihand, em çaverêyî hilbijartinên pêşwext dikin.

Serepeyv