Mijdar 01, 2020 22:59 Asia/Tehran
  • Ji duh heta îro 1ê Mijdarê; 74 kesên din li Tirkiyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiyê, ji ber şewba vîrûsa koronayê 74 kesên din jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 106 kes jî bi vîrûsê ketin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca, têkildarî rewşa rojane ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a li Tirkiyê, daxuyanî da.

Li gorî tabloya Wezareta Tenduristiyê, 74 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 106 jî bi vîrûsê ketin. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 10 hezar û 326'an, hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî derket 377 hezar û 473'yan. 

 

 

Serepeyv