El-Ereb: "Erdoxan hewil dide arîşeya siyasî bike ya olî"
Rojnameya erebî ya El-Erebê nivîsî: "Erdoxan hewil dide arîşeya siyasî bike yab olî"
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Der barê arîşeya di navbera Fransa û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Arîşeya siyasî ya Fransa-Tirkiyê bû mijara manşetên ku naveroka siyasî tev li ya olî dibe, her wiha diyar dibe ku ev arîşe siyasî ye, ne olî ye. Paşxaneya vê pevçûnê dide xuyakirin ku ew ne olî ye, wek çawa serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dixwaze bide diyarkirin, lê li paş wê hesabên jeostratejîk hene.”
Rojnameyê nivîsî: "Der barê mijarê de wezîrê Tûnisê yê berê Mebrûk Kerşîd ji rojnameya El-Ereb re got "Xema Erdogan ne pêxember e, eger wiha bûya wê doza lidarxistina civîneke îslamî bikira" û her wiha got Erdogan hewl dide bi hestên misilmanan bilîze.