Cotmeh 30, 2020 20:56 Asia/Tehran
  • Ji duh heta îro 30ê Cotmehê; 78 kesên din jî ji ber KOVÎD-19'ê li Tirkiyê mirine

Li Tirkiyê ji ber şewba KOVÎD-19'ê 78 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 322 kesên din jî bi şewbê ketin.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba KOVÎD-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 78 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 322 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 10 hezar û 177 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 373 hezar û 154.

Serepeyv