Cotmeh 30, 2020 20:56 Asia/Tehran
  • Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin

Hêzên Qerebaxê girtina çeteyekî ji Sûriyê ku li rex hêzên Komara Azerbêcanê şer dike, ragihand. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan hatin girtin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di 22'yê Cotmehê de polîsan avêtibû ser avahiya HDP'ê ya Amedê. Di avêtina ser avahiyê de hevserokên partiyê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan, hevserokên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizicie û Kasim Kayae hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de sewqî dozgeriyê hatin kirin.

 Mezopotamyayê nivîsiye: "Hevserokên partiyê bi îdiaya ku posterên Rêberê PKK'ê "Abdullah Ocalan" ên li navçeya Sûrê hatibûn daliqandin li avahiya partiyê ya bajêr hatine amadekirin hevserok binçav kirin. Bi heman îdiaya wan sewqî dadgehê kir û xwest bên girtin." Dadgehê Alokmenê û Ceylan girt û Sizici û Kaya jî bi şertê kontrola edlî berda.

 

 

Serepeyv