Cotmeh 29, 2020 21:39 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê  72 kesên din bi Koronayê mirin

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 72 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê di rojekê de 2 hezar û 319 kesên din bi Coronayê ketine û 72 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 saetan 1 Hezar û 581 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê 370 hezar û 832 kes bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 10 hezar û 99 kesan canê xwe ji dest dane û 320 hezar û 762 kes jî baş bûne

Serepeyv