Cotmeh 29, 2020 21:21 Asia/Tehran
  • Partiya DEVA li Rihayê yekemîn kongreya xwe saz dike

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) li parêzgeha Riha ya kurdên Tirkiyê yekemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe û rêveberên xwe yên nû diyar dike. Serokê Giştî yê vê partiyê Alî Babacan jî dê tevli kongreyê bibe û di kongreyê de gotarek pêşkêş bike.

Biryar e Partiya DEVAyê ya bi serokatiya wezîrê berê yê aboriya Tirkiyê Alî Babacan roja Yekşemê 1ê Mijdara 2020an li Rihayê yekemîn kongreya xwe ya asayî saz bike.

Serokê şaxa Partiya DEVAyê yê li Rihayê Ahmet Tuysuz û endamên rêvberiya partiyê li cade û kolanên bajêr, vexwendnameyên kongreyê belav dikin.

Di kongreyê de biryara serokê wê partiyê Alî Babacan jî beşdariyê bike û gotarek pêşkêş bike.

Şaxa Partiya DEVAyê li Rihayê dê di kongreyê de rêveberên xwe yên nû hilbijêre.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan pêştir jî li herdu parêzgehên Amed û Wanê beşdarî kongreyên partiya xwe bibû di kongreyan de amaje bi wê yekê dabû ku li Tirkyê pirsgirêkên cidî derbarê ne wekhevî, nedadperwerî hene û bandora xwe ser tevaya civakê heye û bilez ew pirsgirêk mezin dibe.

Alî Babacan dabû zanîn ku ji ber guşaran beravajiya salên derbasbûyî ku Tirkiyê reform dikirin, di bin gefa girtinê de koça rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd destpê kiriye.

Alî Babacan yek ji damezrênerên AKPê ye, di sê geran de parlamenterê AKPê bû, herwiha postên wezîrê derve, wezîrê darayî û aborî, cîgirê serokwezîr bo karûbarên aborî û rawêjkariya paye bilind wergirtin. Babacan 8ê Tîrmeha 2019ê dest ji AKPê berda. 9ê Adara 2020ê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê damezrand.

Serepeyv