Amerîka gefa cezakirina Tirkiyê dixwe
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber ceribandina sîstema mûşekî ya S-400 hişyariyê dide Tirkiyê ku rûbirûyê cezayên dijwar dibe.
Berpirsê Firotina Çekan li Wezareta Derve ya Amerîkayê Clarke Cooper got: “Metirsî heye Tirkiye rûbirûyê cezayên Amerîkayê bibe, Tirkiye li ser hewldana cîgirkirin û ceribandina sîstema mûşekî ya Rûsî berdewam in, lewra bijardeya cezayan bo ser Tirkiyê tê gotûbêjkirin.”
Amerîka li gor yasayekê ku 2017ê bi piraniya dengên Kongresê hatiye pesendkirin, dikare cezayan li ser Tirkiyê ferz bike. Di yasayê de ceza bo “rûbirûbûna neyarên Amerîkayê” hatiye danîn û tê gotin: “Amerîka dikare rasterast ceza bixe ser welatekî eger “girêbesteke girîng” a kirîna çekên Rûsî îmze kir.”
Cooper dibêje: “Washingtonê ji sala derbasbûyî ve ji Enqerê re gotiye; xeta sor li ba Amerîkayê karpêkirina sîstema mûşekî ya S-400 e. Me ji Tirkiyê re got, em qet ceribandina wê sîstema mûşekî qebûl nakin, em hê jî hewl didin Tirkiyê razî bikin daku kar bi wê sîstemê neke.”
Cooper da zanîn ku hemû hewlên xwe dixin tevgerê bo wêya Tirkiye di eniya rojava de bimîne û got: “Ji ber dûrxistina Tirkiyê ji wê eniyê fêdê nagihîne kesî ji xeynî Rûsyayê.”
Tirkiyê ew sîstem sala 2017an ji Rûsyayê kirî. Roja Yekşemê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bersiva gefa cezayên Amerîkayê da û got: “Çi ji we tê bikin.”