Heta 27ê Cotmehê; 76 kes li Tirkiyê bi KOVÎD-19 mirin
Cotmeh 28, 2020 09:39 Asia/Tehran
Li Tirkiyê ji ber şewba KOVÎD-19'ê 76 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 209 kesên din jî bi şewbê ketin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba KOVÎD-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 76 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 209 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 9 hezar û 950 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 366 hezar û 208.