Cotmeh 27, 2020 14:35 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 17 milyon kes bê kar in

Rêxistineke lêkolînê hejmarên ku hikumeta Tirkiyê têkildarî bêkariyê derxistine, derewandin û eşkere kir ku li Tirkiyê 17 milyon kes bê kar in. Her wiha piştrast kir ku 16 milyon kes xizan in û 18 milyon kes jî bi xizaniyê re rû bi rû ne.

Yekitiya Komeleyên Pêşverû yên Kedkaran ên Tirkiyê daxuyand ku 17 milyon kes bêkar in û nêzî 16 milyon kes xizan in. Her wiha piştrast kir ku 18 milyon kesên din bi xizaniyê re rû bi rû ne, nexasim piştî daketina nirxê lîreyê Tirkiyê û belavbûna vîrusa koronayê.

Hikumeta Erdogan dibêje ku tenê li welêt 4 milyon kes bêkar in, lê belê akademîsyen û pisporê aboriyê yê Tirkiyê Mert Buyukkarabacak dibêje: “Zanyariyên ku hikumet radigihîne û eşkere dike, kes jê bawer nake.”

Buyukkarabacak ji tora Erebiye re wiha domand: “Li Tirkiyê vê demê rêjeya bêkariyê zêde bûye. Li gorî daneyên fermî digihêje ji sedî 13`an. Lê belê ev hejmar rêjeya kesên ku di meha borî de li derfetên kar digeriyan e. Heke em kesên ku ji beriya çend mehan ve naxebitin li wan zêde bikin, dê ew rêje herî kêm bigihêje ji sedî 26. Heke em kesên ku ji kar derketine û alîkariyan ji sindoqa bêkariyê distînin jî zêde bikin, wê demê dê rêjeya bêkariyê li welêt bigihêje nêzî ji sedî 50.”

Serepeyv