Li Hatayê teqîn çêbû
Cotmeh 27, 2020 08:34 Asia/Tehran
Li navçeya Îskenderûnê ya bi ser bajarê Hatayê, li kolana Fenerê teqînek çêbû û hejmareke zêde ya polîs û timên vemirandina agir û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, îşev li cadeya Îskenderûn Fenerê a navçeya Îskenderûnê teqînek pêk hat.
Hejmareke zêde ya polîs û timên vemirandina agir û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û rêyên derdorê jî ji hatûçûnê re hatin girtin.
Parêzgarê Hatayê Rahmî Dogan jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyerê de got: “Yekîneyên asayişa me li xala Payasê ji du kesan guman kir û ew şopandin. Di dema şopandina yekî ji wan de ku ew kes hat teqîn çêbû. Ti ziyanên canê nebûne. Operasyon berdewam e. Raya giştê dê paşê derbarê bûyerê de were agahdarkirin.”