Cotmeh 26, 2020 10:53 Asia/Tehran
  • Gemiya Tirkiyê vegeriya bo navçên kêşeliser li derdora Medîteranê

Enqerê ragehand gemiyeke lêkolînê ku ji navçeya rojhilata deryaya Medîteranê derxistibû, cardinê şandiye vê navçê.

 Li gor ragehandina duh a dewleta Tirkiyê, ev gemiya lêkolînê biryar e hetanî 4 Mijdarê di vê navçeyê de bimîne. Erka vê gemiya lêkolînê, berfirehkirina lêkolînên erhejê li yek ji navçeyên kêşeliser li rojhilata Medîteranê ye. 

 Enqere li halekî ser dewama operasyona peydakirina neftê li Medîterana rojhilat pêgiriyê dike ku YE gef xwariye ger kiryarên Tirkiyê bidomin, ev welata dê bikeve ber hin bokotan. 

 Tirkiyê li salên derbasbûyî hewldanên xwe bo peydakirina çavkaniyên neft û gazê li deryaya reş û Medîteranê zêde kirine hewldana ku tim rastî nerazîbûnan hatiye. 

Serepeyv