Li Tirkiye 69 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê ragihand ku 24 saetên derbasbûyî de 69 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û bi giştî hejmara yên canê xwe ji dest dane gehiştiye 9 hezar û 727 kesan. Hejmara nexweşan jî 2 hezar û 91 kesên din lê zêde bûye û gehiştiye 359 hezar û 784 kesan.
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên pêketin û mirina bi Koronayê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kirin.
Li gor Koca, di 24 saetên derbasbûyî de 69 kesên din bi Koronayê canê xswe ji dest dane, 2 hezar û 91 kesên din bi Koronayê ketine, hezar û 573 nexweş baş bûne û 113 hezar û 427 test hatine kirin.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Tirkiye 9 hezar û 727 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 359 hezar û 784 welatî bi wê vîrûsê ketine, hezar û 699 kes di bin çavdêriya hûr de ne û 313 hezar û 93 nexweş jî baş bûne.