Cotmeh 25, 2020 10:35 Asia/Tehran
  • Fransa bang li balyozê xwe yê li Enqerê kir

Serokartiya Fransayê gotinên serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ên li serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi "neyên qebûlkirin" wesifandin. Serokatiyê ragihand ku bang li balyozê xwe yê li Enqerê kir da ku pê re nîqaş bike.

Serokatiya Fransayê, daxyaniyên Erdogan ku gotibû hişê serokê Fransayê ne tendurist e, şermezar kirin.

Serokartiya Fransayê ji AFPê re daxuyand ku gotinên serokkomarê Tirkiyê Erdogan nayên qebûlkirin. Zimanê tund û heqaret xeta danûstandinê temsîl nakin."

Serokatiyê wiha got: "Em ji Erdogan dixwazin ku siyaseta xwe biguhere. Ji ber ji tevahî aliyan ve xeternak e. Em derbasî nîqaşên kûr nabin û gotinên nebaş qebûl nakin."

Serokartiyê ragihand ku bang li baylozê xwe yê li Enqerê kir da ku pê re nîqaş bike. 

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja şemiyê li beramber siyaset û axaftinên wî bi taybetî derbarê Îslamê de rexne li Serokê Fransayê Emmanuel Macron girtibû û gotibû: “Di warê zîhnî de pêdiva Macron bi çareseriyê heye.”

Serepeyv