Erdogan careke din gef li kurdên Sûriyê xwar
Cotmeh 25, 2020 09:33 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê careke din gefê li kurdên Sûriyê dixwe û dibêje wê êrişî ser wan bike.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, PKKê li Sûriyê li aliyê sînorê Iraqê bilez hewl dide statûyekê ava bike û ji bo rê li ber wê bigrin, çi pêwîst be ewê bikin.
Erdogan dibêje: “Heta niha me çi gotiye, me kiriye. Çi pêwendiya vê mijarê bi hevpeymanî, dostanî û hevkariyên li deverên din nîne. Eger birastî hevpeyman in, divê rêz li me bigrin."
Derbarê pirsa Qarabaxê de jî Erdogan diyar kir, dê her cure piştgiriya xwe ya ji bo Azerbeycanê bidomînin û got ku ew du dewlet û gelek in û Azerbeycan dixwaze axa xwe ya dagirkirî azad bike.