Erdogan ceribandina mûşekên S-400 piştrast kir
Serokomarê Tirkiyê piştrast kir ku mûşekên S-400 ku ji Rûsyayê hatine kirîn û bûne sedema krîzekê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, hatine ceribandin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li Stenbolê piştî nimêja Înê bersiva pirsên rojnamevanan da û behsa rewşa Lîbyayê, ceribandina mûşekên S-400, helwesta Amerîkayê û şerê Ermenistan û Azerbaycanê kir.
Netewên Yekgirtî (NY) îro, 23.10.2020, ragihand ku li Lîbyayê herdu aliyên şer li ser agirbesta mayînde li wî welatî rêkeftine.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser vê rêkeftinê gumana xwe derbirî û got, “bi ya min ne gelek cihê baweriyê ye.”
Derbarê şerê Ermenistan û Komara Azerbaycanê li herêma Nagorno-Qerebaxê jî ku Tirkiyê piştevaniya xwe ya temam ji Azerbaycanê re ragihandiye, Erdogan got, “Mafê Tirkiyê bi kêmanî bi qasî Rûsyayê heye ji bo aştiyê li wê deverê be.”
Serokomarê Tirkiyê di dewama axaftina xwe de behsa mûşekên S-400 jî kir ku ev heyamek e bûye sedema krîzekê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de û piştrast kir ku ceribandina wan mûşekan ji aliyê wan ve pêk hatibe.